Yeni Haberler

Hevpeyvîn- Bahoz Baran & Miqedes Akin
Hevpeyvîn- Bahoz Baran & Miqedes Akin
Seta Folklora Kovaran
Seta Folklora Kovaran
Seta Foklkora Kurdan
Seta Foklkora Kurdan
Rêzimana Kurmancî
Rêzimana Kurmancî
Seta Zargulê
Seta Zargulê
Weşanên Wardozê
Weşanên Wardozê
Pirtûka pêkenîyan derket...
Pirtûka pêkenîyan derket...
Seta Werzebayê derket!
Seta Werzebayê derket!
Hevpeyvîn- Bahoz Baran & Miqedes Akin

Hevpeyvîn- Bahoz Baran & Miqedes Akin

Hevpeyvîn bi Bahoz Baranî ra li ser edebîyat û çîroknûsîyê

Heta niha heşt pirtûkên Bahoz Baranî hatine çapkirin. Pênc ji wan çîrok in. Yek rêziman e, yek berhevkarî ye û yek jî raman e û li ser bişaftinê ye. Ew yek ji avakar û edîtorên Weşanên Wardozê ye û herweha endamê Weqfa Mezopotamyayê û Komxebata Kurmancîyê ye. Em ê li ser edebîyatê û pirtûka wî ya dawî Qelenê Dinyayê pê ra biaxivin.

 

Merheba ji te ra birêz Bahoz Baran,

Merheba, li ser çavan Miqedes.

 

Ku tu ji me ra qala rewşa edebîyat û çîroka kurdî bikî hinekî, tu yê çi bibêjî? Bi taybetî tu yê li ser çîroka kurdî çi bibêjî?

Tu rastîyê bixwazî, di edebîyata kurdî da îro roj berhemdarîyeka pir baş tune ye û gelek sedemên wê hene. Li gorî berê gelek pirtûk tên çapkirin, lê kêm ji wan hêjayî xwendinê ne. Berhemên nebaş, bawerîya mirovî qels dikin. Ku deh kesên wekî Ehmedê Xanî hebûna belkî îro dewleta me jî hebûya. Divê em li ser wan sedeman bisekinin. Zarokên xelkî di zaroktîyê da dest bi nivîsîna zimanê xwe dikin. Yên me bi piranî di zanîngehan da dest pê dikin. Zanîngehên ku li bajaran in. Bajarên ku zimanê me di wan da ne zimanê jîyanê ye. Em berhemên dinyayê yên baş bi zimanê xwe naxwînin. Ew jî sedemeka din a wê qelsîyê ye. Ev hemû li hêlekê, bi min di weşangerîya kurdî da edîtorîyeka baş nayê kirin. Edîtor, doktor in. Doktor qels bin, nexweş yan dê giran bibin yan dê bimirin. Li dora nivîskaran rexnegirên baş kêm in ku berhemên wan bixwînin û binirxînin. Helbet dibistana nivîskarîyê tune ye, lê mirov ji bo nivîskarên berendam dikare hinek xebatan bike ku berhem baştir bibin, rewşa edebîyata me baştir bibe. Mirov dikare bi rêya atolyeyan li ser nivîs û nivîskarîyê bixebite. Nivîskarî di nav me da nebûye kar, dema wan hebe dinivîsin tune be nanivîsin. Îro di edebîyatê da her tişt hatîye li ser xîret û têkoşîna nivîskarê/î ya taybet sekinîye. Rewşa me ev e.

Ez çîroka kurdî dişopînim. Çîroknûsên kurdan, gelek ji wan çîrokê wekî pêlika derbasbûna qada romanê dihesibînin, loma berdewamî û xurtî di warê çîrokê da çênabe. Zimanê me belkî ji hin warên zanistê ra îro ne amade ye, lê ji bo çîrokê misaîd e, pir misaîd e. Û helbet ji bo mirov çîrokên baş binivîse divê mirov edebîyata dinyayê baş bişopîne û bixwîne.

Her nifşa ku tê ji alîyê ziman û çandê da ji nifşa berî xwe xirabtir e, ne çêtir e. Dîsa jî hêvîya min ji çîroka kurdî heye.

 

Ku mirov hinekî qala kêmasîyên çîroknûsîya kurdî bike?

Kêmasî pir in, lê hinek ji wan beloq in. Pirsgirêka mezin, di zanîn û hêza bikaranîna zimanî da ye. Gelek tiştên din hebin jî hevîrê edebîyatê ziman e û jîyan zimanî xwedî dike. Hisên Kemalê rehmetî digot, “Ziman gelek tişt e, lê ne her tişt e.” Ziman hevîrê edebîyatê ye, ku zimanê te ne baş be, tu wê baş bi kar neyînî, tu kîjan teknîkê jî bi kar bînî vala ye. Te bi zimanê xwe nexwendibe jî divê tu xudriste bî û xwe perwerde bikî.

Çend sal berê yekî pirtûkek şandibû ji Rojavayê. Resmen pornografîya şerî bû. Min got, nabe ku tu bi vî awayî vebêjî. Vegotin li cem me pirî caran pornografîk e, ne erotîk e. Qesta min ji vê lezûbezî, bêhûrgilîbûn, qelpî û bêperdebûna wê ye. Huner, tiştekî nacû û nade ber te, huner zîq li nav çavên te nanêre û huner bi sparişan jî çênabe.

Divê em bikarin di çîroknûsîyê da berê xwe bidin tiştên mînîmal û ji wan tiştên mezin derxin. Kevirên mezin bi yên biçûk sekinandî ne dibêjin kurd. Divê em qala wan kevirên biçûk bikin. Li çîrokên kurdî dinêrî. Gelek tişt di ser ra ne. Hema dixwazin qala tiştên girgire bikin. Xet hene, lê naverok vala ye. Ba tune, ewr tune, te hew dît baran barîya. Lehengek ji sûkê heta malê meşîya, ne lingê wî li kevirekî ket, ne kuxîya û qirika xwe paqij kir. Kulîyek çima nikare bikeve nav çîroka te? Rût in. Zelût in. Carna mirov dibêje qey yek li cihekî rûniştîye û gelek çîrokên kurdî ew dinivîse. Bêşêwaz in û dişibin hevdu gelek ji wan. Tu dibêjî qey di çîrokan da hew çav heye, li dora xwe dinêre û sehekên din pûç bûne. Nizanim ji ber çi ye carna serê çîrokê, nava çîrokê û dawîya wê tiştinên din dibêjin û çîrok wekî noka ku li kevirî bikeve belawela dibe. Henry James dibêje, “Pênc milyon cureyên vegotina çîrokê hene, lê ev ku navendekê çêbikin meşrû ne,” carna em dibînin çîrok bûye wekî cacimê, sed pîne pê ve hene. Hema çi hatîye bîrê, xistîyê. Bûye girara gavanan.

Gelek ji wan dibin monologên fetisandî. Mesela balkêş e, di edebîyata me ya gelêrî da mîzaheka ecêb heye, lê di edebîyata modern da, di çîrokê da ev yek pir kêm e. Gelek caran jî hew bûyer hene, rêzebûyer, em di çîrokê da dîyalog, tecribe, raman, pêşnîyaz û çavdêrîyên nivîskaran kêm caran dibînin. Pirrengî û pirdengî qels e ku li gorî M. Bahtînî edebîyata baş lazim e guh bide wan.

 

Tiştek ku bibe mijara çîrokê divê xwedî çi taybetîyan be? Çima em tim li dora êşa xwe digerin, yan jî bibêjim çîrokên êşê pir tên nivîsîn?

Esil “te çi gotîye” pir ne giring e, “te çawa gotîye” ew giring e. Û mesele mezinîya bûyerê jî nîne. Coleridge dibêje, “Çiqas bêqîmet be jî jîyanek bi awayekî rast bê qalkirin, balkêş dibe.” Ji ber ku em bi êşa xwe gîro bûne, em pirî caran reng û dengên jîyanê ji bîr dikin. Helbestvan û romannûsên me li bendê ne ku bûyerek çêbibe, hinek bên kuştin û ew jî lê bikin. Tu gelek helbestên kurdî biguvêşî dê heman peyv û qalib û mijar ji wan derkevin. Hema em pirrengîya helbestên Pablo Nerûda û Nazim Hîkmetî bînin bîra xwe. Mêrik radibe li ser “destê xwe yê rastê” jî dinivîse, li ser “roja mirina xwe” jî. Pirtûkekê tenê li ser “pirsan” ava dike. Her tiştê gerdûnî û mirovî dibe mijar ji bo edebîyat û çîrokê. Em li berxwendana xwe ya çil-pêncî salên dawî binêrin. Li rastê berxwedaneka bêhempa heye, lê edebîyatê wê li ku ye?

Tu dikarî êşa xwe jî binivîsî. Lê jîyan ne tenê êş e. Gelek rengên jîyanê hene. Em gelek caran wan nabînin. Ya me gelek caran êşa me bala me dikişîne û ya ku em dikin dibe ajîtasyon.

Em pir dixwazin qala xwe û qala êşa xwe bikin. Em qet ji vêya têr jî nabin. Dê li ser bûyerên Zindana Amedê romanekê binivîse, radibe mîna ku belgefîlmekê çêbike, bêyî ku zimanekî hunerî bi kar bîne, qala wê zilmê dike ji me ra. Li wir ku wan gû bi te dabe xwarin, ranebe careka din nebêje, gû bi min dan xwarin. Ev ne huner e û bi kêrî tiştekî nayê.

 

Em bên ser nivîskarîya şexsî. Mirovek ji bo çi, ji bo kê dinivîse, gelo mirov ji bo xatirê zimanê xwe dinivîse?

Hene yên ku ji bo xatirê zimanê xwe dinivîsin û paşê minetan li zimanê xwe dikin. Rêya wan kesan ne dirêj e bi min. Di vê babetê da bersivên cuda yên nivîskaran hene, hinekan ji bo jina xwe (evîna xwe) nivîsîye, nayê bîra min kî bû, lê piştî jina wî miribû dev ji nivîsê berdabû, hinekan ji bo êşa xwe ya hebûnê, hinekan ji bo dîn nebin nivîsîye. Ya rast ku ji dilê te hat, te bê wê debar nekir tu yê binivîsî.

 

Bi te gerek têkilîya nivîskarî û jîyanê, civakê çawa be? Yan jî ev têkilî çawa be, mirov dikare bibe nivîskareka/î xurt?

Nivîskar divê di nav jîyanê da be, ew jîyan bi zimanê wê/î be. Nivîs li ser maseyê bê lêkirin jî, çavkanîya nivîskarîyê jîyan e û nivîskar ji jîyanê gon dixwe, xeyalsazî ji jîyanê xwedî dibe. Carna dîmenek, carna sûretek, carna gotinek rê li ber berheman vedike. Nabokov qala Gorkî û rexneya li ser wî dike, wextê ji jîyana welatê xwe dûr dikeve û dixwaze agahîyan ji wir hilde û romana xwe bi wan binivîse, berhemên wî naecibînin û wî rexne dikin. Pêkenîyek hebû min qeyd kiribû, belkî tam li vê rewşê bê. Keçikek li ber kêla gora bavê xwe, li çokên xwe dixe, digirî. Dibêje, “Bavê min yekî baş bû, bavê min çima mir? Bavê min ji malê dernediket, bavê min ne diçû şînan ne diçû şahîyan!” Mêrikê ku di wir ra derbas dibe û deng diçê, zora wî dere û ji wê ra dibêje, “Nizam min çiyê bavê te çi kiro, bavê te jixwe mirî ye, kesê ku neçe şînan neçe şahîyan jixwe mirî ye, îcar tu ji bo çi digirî?” Helbet nivîskar tim li derve be, bi dû şuhretê bikeve, etîketî dê jê ra bibe hetîketî. Bala xwe bide nivîskarên li ser ekranên civaka medyayê, kêm caran qala berhemên wan tê kirin û tim ji nivîskarîya xwe kêm dikin. Rojekê rojnameger zorê didin Faulknerî ku pê ra roportajekê çêbikin. Dibêjin, “Tu çima ewqas devmirî yî, naaxivî û naxwazî biaxivî?” Dibêje, “Nivîskar dinivîse, karê wî ev e.” Pergaleka te ya xurt tune be, tu nabî nivîskareka/î baş. Nivîskarek divê ji mirovan ne dûr be, divê têkilîya hundir û derveyî baş eyar bike. Mirov li derva avis bibe jî li hundir dizê.

 

Herî dawî pirtûka Burhan Sonmezî ya ku bi kurdî nivîsîye hatibû wergerandin. Jimareyek çîrokên nivîskarên -di nav kurdan da navdar- jî dê ji bo îtalî bên wergerandin. Gelo hino hino wergarandina pirtûkên kurdî dibe karek ji karan? Tu yê ji bo vê meseleyê çi bibêjî?

Ev daxwaz divê ji derve, ji neteweyên din bê. Dibêjin av di golê da pir bimîne genî dibe. Divê kurdî bi rêya wergerandinê xwe bigihîne edebîyata dinyayê. Lê xuya ye evî karê hanê jî dê kurd bi xwe bikin. Rojekê (hêvî dikim ne dûr be) ku derfet hebin divê mirov sed pirtûkên kurdî yên baş dîyar bike û dest bi wergerandina wan bike. Bi vî awayî em dikarin li ser qada edebîyatê ya dinyayê ji xwe ra cihekî çêbikin. Lazim e em hezar pirtûkên baş ên dinyayê jî bi wergerandineka baş li zimanê xwe bînin. Pêşketina edebîyatê bi wê ra jî eleqedar e. Mixabin û sed mixabin me gelek berhemên dinyayê bi zimanên serdestên xwe xwendine, vê yekê li me zêde kiribe jî kêm jî kirîye û derb li hişê me xistîye. Em ji zaravayên hev jî kêm werdigerînin. Çend pirtûkên kurmancî li soranî hatine wergerandin?

 

Berê komên xwendinê hebûn, ew jî ne xuya ne. Bi te asta xwendevanan çawa ye? Çilo li berheman dinêrin û wan dixwînin? Kêmbûna rexneyê û bandora wê ya li ser edebîyatê çi ye?

Li Bakurê Kurdistanê ji %99,9ê kurdan naxwîne. Edebîyata bêxwendevan û bêrexne kulek e. Xwendevan gelek ji wan asîmîle bûne, berhemên di asta xwe da dixwazin. Naxwazin zorê bidin xwe, dixwazin fam bikin. Famkirin, ji wan ra bûye krîtera başbûnê. Tu bi zimanekî xurt tiştekî bidî pêşîya wan, aciz dibin. Nirxandina wan a bi hevokên xweşik ên li ser medyaya civakî dibînim û gotina Pitigrilli tê bîra min carna. Camêr di nivîseka xwe da gotibû, "Xwendekarên ku nirxandina wan qels e yan jî xwedî fikrên bêteşe ne, wextê gotinên sansasyonel, bifors û xweş dibînin, aşiqê wan gotinan dibin.” Ez vê yekê di me da jî dibînim, romanek xwendîye, bi hevokeka (spoteka) wisa radibe qala romanê dike, pesnê wê dide, bi wê hevokê romanê dinirxîne, mirov ecêb dimîne.

Edebîyat bi rexneyê çêdibe. Nivîskar bi rexneyê dikare bi kêmanîyên xwe bihese û xwe bi pêş bixe. Di sedsala 19an da ji tirsa rexnegirên rûs, nivîskarên wan carna dernediketin derve, yê me tu rexneyekê binivîsî, tu newêrî biçî civata wan. Rexne pir kêm e. Tehemila kurdan jî ji rexneyê ra tune ye. Li sehneya edebîyata me binêre, ji rexneyê bêhtir pesindayîn heye. Ew jî her kes ji nivîskara/ê xwe ra li çepikan dixe, di nav me da edebîyat jî wekî hin qadên din ji bin nîrê feodalîzmê derneketîye. Lê heta niha pesn-edebîyat li dinyayê nehatîye tu derê. Ji ber tunebûn û kêmbûna berhemdarîya zimanê me û rewşa wî, hema kî çi bike em dilê wê/î nahêlin û piştevanîyê dikin.

 

Em bên ser Qelenê Dinyayê, ku me xwîneran ji hev ra behsa vê berhemê kir, me got ev ji yên ewil cudatir e. Gelo bi te jî wiha ye? Ku wiha be ferqa wê ji yên ewilî çi ye? Hewcedarî çawa bi te ra çêbû ku tu me xwîneran di daîreyan da, di nav dest û pêyên bajarekî nîv-modern da asê bikî? Ma kurd, yên psîkolog û terapîyan bûn? Çi li wan û çîrokên te yên hinekî bajarî hat?

Cudatîya wê, mijar ber bi bajarî ve çûne û mîzah zêde bûye. Mijarên wê mîna keskesorekê pirrengî ne. Mijara edebîyatê însan e. Li ku dibe bila bibe. Dixwazî li gundî dixwazî li bajarî. Bajarîbûna me jî bi teşqele ye. Em nehatine bajaran, em “ketine” bajaran. Em di bajaran da asê mane. Dîsa dibêjim, mekan ferq nake, lê ku talîya talî em hatibin bajarî, divê em qala bajaran jî bikin. Bi sedan teşqeleyên me hene li bajaran. Em cîranên xwe nas nakin, li ser me ne, li bin me ne. Em newêrin bi wan ra li asansorekê siwar bibin. Em hev aciz dikin, nifiran li hev dikin. Nexweşxane tijî ne heta ber dev. Kurd êdî di her kar û pîşeyî da hene. Trafîka me heye, dizên me, fahîşeyên me, parsekên me hene. Divê edebîyat li dora her tiştî bigere. Psîkolojîya me kurdan jî xirab e mixabin. Doktor têrê nakin. Qey em ê qala wan nekin? Di vê pirtûkê da min bêhtir berê xwe da bajaran. Rexneya kêmkirina mîzahê li min hatibû kirin, digotin berê çîrokên te bêhtir mîzahî bûn, min dîsa derîyê mîzahê li çîrokên xwe vekir. Ya rast, ji mîzahê gelek hez dikim. Ji mîzaha erzan jî aciz im. Bi dehan mijarên min ên çîrokan hene. Jîyana tevlihev û biteşqele ji bo edebîyatê malzemeyên baş çêdike. Di nav însanan da me, ji wan hez dikim, li çîrokên wan, li serpêhatîyên wan guhdarî dikim, ji kuçeyan, ji gerê, ji temaşekirinê hez dikim. Nivîskar temaşe neke, kor dibe. Helbet nihêrtin û dîtin jî du lêkerên cuda ne. Mirov nizane dê çîrok ji ku derkeve, mesela ku min lê nexista û neçûma şîna merivekî xwe yê sed û deh salî ya li Licê, belkî çîroka “Bêhna ku ji bîra min derneket” nehata nivîsîn.

 

Ku çavê min bi navê vê pirtûka te ket min got madem peyva ‘qelen’ê derbas dibe belkî tiştinan li ser dawet mawetan bixwînim. Ne wilo bû. Te bi zanebûn xwîner şaşwaz kirin gelo? Em çûn fezayê, mijar li wir derbas dibe. Hinekî qala wê bikî.

Ev nîşaneya xewnekê bû, lê di serê min da mezin bû. Ji bo lehenga min ji Qelenê Dinyayê fam bikira, divê ji dinyayê derketa. Ev jî bi rêya xewnekê çêdibû. Mirov divê bikare ji xwe derkeve û li xwe temaşe bike. Temaşekirin, bi taybetî temaşekirina li xwe û dinyayê, balkêş e. Dinya xebatkar e, viz dibe û nasekine. Kî bisekine dê têk biçe. Wextê min bendeka Ehmedê Xanî ya li ser xebat û têkoşînê dît, navê çîrokê çêbû û min ew temam kir. Ez nizanim ev gotin ji ku hatîye, ya kê ye, lê pir li kurdan hatîye û tê. Bi rastî gotina ku li nav kurdan belav bûye, yanî “berxwedan jîyan e”, kurteya çîroka mirovahî û jîyanê ye.

 

Bala min kişand. Di van çîrokan da “sihbet û dîyalog” zêde bûne”, ji me ra nas tên, çima gelo?

Rexneyek jî li ser kêmbûna dîyalogan bû li min û rast bû. Helbet li gorî çîrokan ev diguhere. Tu nikarî di her çîrokê da dîyalogan biafirînî. Lê wextê çîrok derfetê bide, divê mirov ji dîyalogan nereve. Dîyalog bêhna nivîsê derdixin. Çîrokan xweş dikin. Jîyan bi xwe jî ji dîyalogê ava dibe, çima çîrok jê bireve? Dîyalog çiqas afirîner û ji dil bin, çîrok xweştir dibin.

 

Ez dizanim tu gelek karan dikî. Birêvebirina weşanxaneyê bi xwe barekî giran e. Li Weqfa Mezopotamyayê jî ev sêzdeh sal in li ser standardkirina kurmancî bi hevalan ra dixebitî. Li ser folklor û bişaftinê jî dixebitî. Tiştê ku ez dibînim di nav kurdan da xwendin kêm e, civat nagere. Li ser pirtûkan zêde nivîs nayên lêkirin. Tu vê motîvasyona xwe ji ku digirî û xwe çawa li ser lingan digirî?

 

Berî her tiştî, ev ziman zimanê min e. Zimanê dêya min e. Zimanê neteweya min e. Zimanê bîra min e. Zimanê doza min e. Ew min motîve dike. Hene hin kes û gotinên ku mirov xwe li wan digire. Ehmedê Xanî ji bo min modela motîvasyonê ye. Ez ji xebatê bawer dikim û ji mirovên xebatkar hez dikim. Mirov nexebite, dixerite. Wekî netewe gelek kêmanîyên me yên zimanî hene, em li ser zimanê xwe pir axivîne, lê kêm xebitîne. Ez xwe berpirsîyar dihesibînim. Bi salan e em tê dikoşin bi hezaran însanên me, wan di vê rêyê da serî danî. Me berdêleka mezin da, lê rewşa heyî min aciz dike. Xwendevan kêm bin jî nivîsîna bi zimanê min kêfê dide min. Jîyana bi zimanê serdestan sexte ye, erzan e bi min. Li dinyayê kurdek tenê jî bimîne ez ê ji bo wê/î û xwe bi zimanê xwe binivîsim.

 

Vê gavê çi li ber destê te heye? Dosyaya din a çîrokan dê kînga bê çapkirin?

Îsal du pirtûk hene li ber destê min. Peyvên Kêmnas û Têbînî Ji Jîyaneka Berovajî. Yek jê ferheng e, yek jê jî raman e. Ez wan çap bikim bi şûn da dosyayeka nû ya çîrokan heye, ez ê li ser wê bixebitim û sala bê ji bo çapê amade bikim. Min bi helbestê dest bi nivîsê kiribû. Dosyayeka helbestan jî heye, lê min heta niha nîyet nekirîye ku ez wê çap bikim.

 

Bila pirsa min a dawî ne li ser edebîyatê be, gelo qelenê bûkên îroyîn gerek çi be? Tu yê ji bo qelenî çi bidî çi pir çi hindik😊?

Pirsa te xweş e. Qelenê ku em dizanin îro dirûv jî guhertîye û bûye tiştekî din, mirovan dike kole. Qelenê dinyayê, kar e, ked e, xebat e, berxwedan e. Qelenê zewac û evînê jî divê ev be, ji bo her du alîyan jî.

 

Mala te ava ji bo vê civata rengîn, baş e ku nivîs heye û wê tim hebe.

Mala te jî ava be.

Miqedes AKIN


Bu haberi paylaş: