Cemîla Celîl, Cemîla Celîl muzîkolog û muzîkjeneka kurd e. Ew di 19ê Sibata 1940î da li Yêrîvanê ji dayik bûye. Cemîla Celîl ji heft salîya xwe ve çûye dibistana yanzdeh salan, pê ra jî dibistana muzîkê ya heft salan a bi navê A. Spendaryanî. Piştî qedandina her du dibistanan, çar salan li koleja muzîkê ya bi navê Romanos Melîkyanî xwendîye û dîplomeya mamostatîya muzîkê wergirtiye. Salekê li bajarê Talînê di dibistana muzîkê da wekî mamosta xebitîye. Xwendina bilind li Konservatiwara Yêrîvanê ya bi navê Komîtasî qedandîye. Piştî xwendinê, ji sala 1967an heta sala 2002yan, sî û pênc salan bê navber li Radyoya Kurdî ya Yêrîvanê bûye berpirsa beşa muzîkê. Cemîla Celîl endama “Yekîtîya Bestekaran” û “Yekîtîya Rojnamevanan” a Sovyet û ya Ermenistanê bûye. Xwedîya bi dehan pirtûk û berhevokên muzîka kurdî ye. Bi xemxurîya Cemîla Celîlê bi hezaran stran û awazên kurdî yên gelêrî ji windabûnê rizgar bûne; gelek ji wan bi notanivîsînê navenda cildên pirtûkên wê dagirtine, çend sed ji wan jî bûne xemla weşanên Radyoya Kurdî. Di arşîva malbata Celîlan da bi deh hezaran stran û awazên kurdî tên parastin. Piranîya wan bi destê Cemîla Celîlê di dema gerên wê yên berhevkirinê da li gund û zozanên kurdan hatine tomarkirin. Cemîla Celîl di gelek konferansên zanistî yên navneteweyî da li ser muzîka kurdî li bajarên Ewropa, Asya, Yekîtîya Sovyetê û li Kurdistanê derketîye pêş.
Bağcılar Mah. 1219 sokak Elit Yaşam Evleri 3 altı Bağlar/Diyarbakır
Telefon: 0552 461 91 21
wardozwesanxane@gmail.com