Hîlmî Akyol

Hîlmî Akyol

1 Pirtûk
Hîlmî Akyol, bi eslê xwe ji bajarê Çewlîgê, ji navçeya Darahênê û ji eşîra tavzînê ye. Kalikên wî, li gundê Şêxanê (Şegan) bûne. Di destpêka salên 1800î da mala wan ji gundê Şêxana Darahênê bar dike û diçe bajarê Amedê, navçeya Hezroyê. Kurdên dimilî ne. Malbata wî heta kalê wî Sîracî bi dimilkî zanibûye. Ji kalê wî Sîracî û vir ve dimilkî hatîye jibîrkirin, êdî bi kurmancî peyivîne. Heta destpêka 1900î li navenda Hezroyê dimînin. Kalê wî Sîrac wekî nazirê beglera pêşî diçe navçeya Karazê, gundê Sûrkayê. Piştî çend salan ji Sûrkayê diçe navçeya Hezroyê, gundê Dersilê. Hîlmî Akyol, di 1960î da li bajarê Amedê, navçeya Hezroyê, gundê Dersilê ji dêya xwe dibe. Hîn şeş heyvî ye, mala xwe dibin bajarê Amedê, Taxa Erebşêxê. Di 1971ê da, mala xwe dibin Taxa Cemal Yılmazê. Dibistana Seretayî ya Alpaslanê, di sala 1973an da; Dibistana Navîn a Alî Emîrîyê di sala 1976 an da û Dibistana Amadeyî ya Zîya Gokalpê jî di sala 1979an da li Amedê diqedîne. Di 1978an da, mala xwe ji Taxa Cemal Yilmazê dibin Ofîsê. Akyol, di 1979an da dest bi berhevkirin û deşîfrekirina çîrok, stran, destan, fabl û pêkenokên kurdî dike. Wekî ajokarê tanker û kamyonê kar dike. Ji sala 1984an heta 1991ê, heft salan bi tankerê mazot û petrola xam û neftê ji bajarên Başûrê; ji Mûsil, Telafer û Bejîyê dikişîne Êlih, Mêrsîn, Îskenderûn û Meletîyê. Ji sala 2001ê heta 2004an jî li Tirkîyeyê ajovanîya kamyonê dike. Di dema ajovanîya kamyonê da jî berhevkarîya xwe didomîne. Di 2006an da mala xwe careka din dibe nava Bedenê, Taxa Fatîh Paşayê. Di 2016an da, di şerê nava Sûrê da xanîyê wî tevî eşyayê wî tê şewitandin û xirabkirin. Di 2016an da li nava Sûrê, li Taxa Zîya Gokalpê dikeve xanîyekî. Sê salan li Taxa Zîya Gokalpê dimîne. Di adara 2019 an da dîsa mala xwe dibe Ofîsê. Ji sala 2006an heta 2017an, 12 salan di Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê da dixebite. Di kanûna paşîn a 2016an da, ji alî qayûmî ve, ji kar tê derxistin. Di hezîrana 2017an da malnişîn dibe. Jîyana xwe li Amedê didomîne. Gelek pirtûkên wî yên berhevkarîyê hene ku lîsteya wan di dawîya vê pirtûkê da hatîye dayîn.

Dengbêj Qudbedînê Farqînî

Hîlmî Akyol

₺860,00 ₺602,00